Avesta – Zanyar li ser hestiyên 50 kesên cûda yên di encama xebata sala 2003, derxistibûn, dixebitin. Heta niha encama DNA ya 15 ji vana hatiye girtin.
Dema hestiyên goristanê di testên DNA re derbas dikin, Profesorê Antropolojî yê Zanîngeh Şanghay di derbarê hestiyan de diyar kir ku ev hestî nêzîkî Kurd û Persan in. Hat ragihandin ku Ewropî di goristana xanedanê yekem yê Çînê, yê ji beriya 2200 salan de xebitîne. Li gorî nûçeya di malpera înternetê ya Navenda Zanîst û Înternetê ya Çînê de hatî weşandin, encamên ji kolanan yê ji Qin Shi Huangdi ya li herêma Shannxi ya li rojavayê Bakûrê welêt hatin derxistin de di testên DNA re derbas kirin.
Di goristanek din hestiyê nêzî 121 mirovên ku şopên Ewropiyan li ser wan hene hat derxisitn. Hat ragihandin, Goristana em behsa wê dikin, 500 metre ji muzexaneya navdar ya Terrakotta ya şervanan, hespên wan û çekên wan dûr e. Rêveberê kolanê yê Qin Shi Huangdi, Duan Qingbo ragihand, bi encamên me derxistine nîşan didin ku ji beriya niha heta sedeyekê jî têkiliyek xurt di navbera mirovên Asyaya Dûr û Asyaya Navîn de hebû. Lê ev xwe digihîne BZ 206 û PZ 220…
Rêveberê kolanê Duan Qingbo diyar kir ku piraniya wan hestiyan yên zilamanin û temenê wa di navbera 15-55 salan de ye.
Birdariya bermayên goristanê Piştî encamên derxistin di testa DNA, Profesorê Beşa Antropolojî ya Nûjen ya Zanîngeha Şanghay Tan Jingze di derbarê xebatê de wiha got: “Di encamên DNA yên me bi dest xistine, şibandinên cor be cor nîşan dide. Encamên me bi dest xistî şibandinek hevbeş ya Persên li Hindistan û Pakîstanê, Kurdên li Tirkmenîstanê û Persên li Îranê nîşan dide”.
Profesor Tan diyar kir ku li gorî texmînan, ev hestiyên dîlên bakûrê welêt girtin, anî di avakirina goristanan de dane xebitandin û piştre wana kuştine. Her wiha Profesor Tan, bi bîr xist ku wan hîn encamên tam bi dest nexistiy û diyar kir lê divê derê de tişta balkêş, jimarek zêde ya Ewropiyan dane xebitandin.
Berpirsê xebarên kolanê Duan Qingbo, diyar kir ku nêzî 200 goristinanê nehatine vekirin yên dişibin hev hene. Desthilatê xanedana Qin-Dynastie (BZ 221-206) Qin Shi Huangdi xwestiye hemû Çînê bike yek, ji ber wê di dîrokê de weke Tîranê bêdil tê zanîn. Li 35 kîlometre ya rojhilatê paytexta herêmê Xî, avahiya Lîntong ya bi heybet ku 70 metre bilind û 56 kîlometre firehe heye. Tê texmînkirin ku di vê bîrdariyê de 700 hezar dîl û leşker hatine xebitandin û di 38 salan de hatiye çêkirin. Pirtûkên dîrokê jî dibêjin, di dema avakirina vê avahiyê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane. ANF/ ŞANGHAY

No comments yet... Be the first to leave a reply!